/i/Kurmancî

Tû bi kurmancî dizanî?
    başlık yok! burası bom boş!
  1. 1.
    +1 -38
    Oy De îro mi go dilê min bû Behra Wanê 
    Kelemê derd û kulan e oy 
    De îro mi go best û çem û kanî hemu bi ser de helyane hawar e limin...  
    Ax were lê lê hesretam dayê oy...  
    De îro mi go çiya û zozan, şax û newal 
    Hemû mêl bûne li bende mane 
    De îro min go behra Wanê werdigere 
    Diçe diçe li qimê diçe pêl pêl diavê 
    Weke bayê robarê li qimeye bayê kur e di dilê Kurdistanê de ye dilîline ya 
    Were eman neman oy hawar e limin lêlê dayê oy 
    De lê lê dayê oy nema...  
    De xwezil ez teyrekî baskbelek bûma 
    Ezê şax bi şax welat bi welat derya bi derya wergeriyame oy 
    Ezê geh bilind bûyima, geh nizim bûma 
    Minê baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama 
    Behra Wanê dilê Kurdistanê, ev bû demek dirêj ku min Kurdistan nediye 
    De ezê biçama li ber Behra Wanê dilê Kurdistanê 
    De minê bi Dilê Kurdistanê deveniştama 
    Hawar e limin oy.. Were eman lê dayê hesreta min
    ···