/i/Kurmancî

Tû bi kurmancî dizanî?
    başlık yok! burası bom boş!
  1. 1.
    +1 -2
    Wêranşar (bi tirkî: Viranşehir, bi yewnanî: Constantina an jî Constantia, Κωνσταντίνη, bi suryanî: Tella) yek ji navçeyên herî mezin ê Rihayê ye. Li Wêranşarê nêzîkî 150.000 kes dijîn. Dîroka Wêranşarê digihije berî zayinê 9000 salî.

    Navên Wêranşarê di dema Roma û Bîzansiyan de Antoniopolis û Konstantina bû.

    Navê bajêr tê wateya "bajarê wêran/xirbe" (bi ìngilîziya kevin: mierran, bi zimanên îranî: Vîran) û bi rastî jî di dîroka xwe de cend caran hatiye hilweşandin.

    Tê gotin ku tirbên pêxember Eyûb û Îlyas li gundê 'Eyyup Nebî' hatine dîtin.

    Li gorî dîroknasê Bîzansê John Malalas, ev bajar di dema Emparatoriya Roman de ji aliyê Konstantîn I li nêzî bajarê kevn yê Maximianopolis hatiye lêkirin. Bajar ji aliyê êrîşa Farisan û erdhejeke giran hatiye hilweşandin.

    Ji sala 363 heta 540'an ev bajar bûye ciheke giring yê dema Bîzantînê, bi taybetî jî di serên di nava Faris û Roman. Herwiha, Antoniopolis weke navenda Edessa jî hatiye bikaranîn. Keşîşê Edessayê Yakûb Baradaeus li vir jidayik bûye. Bajar di sala 639'an de ji aliyê Ereban ve tê feth kirin.
    ···
   tümünü göster