/i/Kurmancî

Tû bi kurmancî dizanî?
    başlık yok! burası bom boş!
  1. 1.
    +4 -1
    Pêxember Mihemed (s.a.v) li bajarê Mekeyê li Erebistana Siyûdî ê di Sala Fîlî de li dû mirina bavê xwe hatiye dinê. Navê bavê wî Ebdullah (bi erebî: عبد الله) û navê diya wî jî Amîne (bi erebî: Amina) ye. Mihemed ji malbata haşimî û ji eşira qureyşiyan e. Di şeş saliya xwe de diya wî Emîne dimire û Mihemed diçe ba bapîrê xwe Ebdelmutelib (bi erebî: Abd al-Muttalib). Du salan şûnde bapîrê wî jî dimire û Mihemed diçe mala apê xwe Ebû Talib (bi erebî: Abu Talib) û bi tev pismamên xwe mezin dibe. Di zarokatî û xortaniya xwe de Mihemed ji bo eşîra xwe bi salan şivantiyê dike û dû re dibe bazirgan. Tevî zarokatiya xwe a bi zexmet û sêwîbûn, Mihemed bi durustî û rastî ya xwe dihat naskirin. Bi vî avayî hîn di xortiya xwe de mirovan ji wî re "Mihemedê Emîn" (bi erebî: Mûhemmed'ul Emîn) digotin. Emîn bi kurdî tê maneya "yê ku mirov dikanî jê bawer bike, dilsoz".
    ···
   tümünü göster